H’emû nûçeSereke

Encamên stratêcîya tevî rojavayê wê usa jî tesîra xwe li ser tabîyên Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr bihêlin

Encamên stratêcîya tevî rojavayê wê usa jî tesîra xwe li ser tabîyên Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr bihêlin. Fikira wî cûreyî cîgirê serokê înstîtûta Rûsîyayêye rojhilatzanîyê Alêksandr Skakov elam kirîye.

“Niha Moskva dicêribîne tevî rojavayê pirsên stratêcî bide helkirinê. Em fem dikin, wekî halê dora Ûkrînayê sazbûyî bona Rûsîyayê pirsgirêka diha mezine.Krîzeya nava pêwandîyên tevî rojavayê roja îroyîn alîyê seyaseta rûsîye dere girînge, ya ku rêsûrsên mezin dixweze. Dora wî hemû tiştî hal herroj tê guhartinê”,- Skakov gotîye.

Skakov derheqa qewatbûna tabîyên NATO-ye li Qafqasîya Başûr xeberdaye û gotîye wekî faktoreke bona wê yekê Trkîyaye, ya ku nava encamê şerê 44 rojdeda qewat bûye.Rûyê wê yekêda tesîra Îranêye li herêmê kêm bûye. Bi gotina pêşezanê rûs, rûyê pasîvîya Îranêda, ya wextê şerê Qerebagê, Îran rastî halekî bona xwe ne kardar hat.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button