Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dêlêgasîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya leşkerî qebûl kirîye. Wextê hevdîtinê pirsên derheqa bêqezîyabûnê, hevkrîyê, yên di navbera eskerên Îraqê û pêşmergada hatine gotûbêjkirinê. Serokatîya dêlêgasîya amêrîkî cênêral Kît Fîlîps kirîye.
Fîlîps rola Herêma Kurdistanê, ya nava mîyaserkirina rêformên leşkerîda bilind qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, wekî rêform hema bona wê yekêne, ku koalîsîyon piştgirîyê bide Hewlêrê.