Wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrgêy Lavrov bi têlefonê tevî wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov qise kirîye. Derheqa wê yekêda ji wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirine.
Hatîye gotinê, wekî wezîra pêşdaçûyna hevkarîya dualî gotûbêj kirine.
«Fikir derheqa cêrge pirsên herêmî û navneteweyîda hatine pevguhartinê, nava wanda usa jî pêvajoya normalkirina heleqetîyên di navbra Ermenîstanê û Adirbêcanêda. Hatîye dîyarkirinê, wekî pêwîste ku xebatên dora xalên qayîlnivîsarên sala 2O2O-î û sala 2O21-ê bêne berdewamkirinê»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Wezîreta Adirbêcanêye karên der jî elam kirîye, wekî fikir dora pirsên herêmêye transportêda hatine pevguhartinê û xeberdan derheqa girîngîya sivdera transportêye «Bakûr-Başûr» çûye, ya nava Rûsîyayê, Adirbêcanê û Îranêra derbaz dibe.