Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Şaxavan Ebdile elam kirîye, wekî 125 parlamêntvanên îraqî dijî êrîşên Tirkîyayê û Îranê îmze berev kirine. Ev pirs wê li parlamênta Îraqê bê gotûbêjkirinê, lê roja wê hê dîyar nîne.
Êrîşên ser Îraqê û Kurdistanê berdewam dibin.Rûyê wan êrîşada îdî binelîyên edil jî hatine kuştinê. Îranê jî pêla êrîşaye nû destpê kirîye, ya ku eva serê hevtêkêye berdewam dibe.
Cîgirê serokê parlamênta Îraqê Muhsîn Mêndalavî gotîye, wekî êrîşên tirkaye ser axa Îraqê yên qebûlkirinê nînin.