Kanîya înformasîyon, ya kurdîye li Sûrîyayê, ragîhandîye wekî fikireke amêrîkîya û rûsa heye ku Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û rêjîma Sûrîyayê bi hevra bighîjine qayîlîyê.
Kanîya înformasyon, ya ku nexwestîye ku wê bidine eyankirinê, gotîye BasNews ê wekî hevraxeberdanên di navbera Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û rêjîma Sûrîyayêda li Damişqê berdewam dibin.
“Hevraxeberdanên Hêzên Sûrîya Dêmokratîk, yên tevî rêjîmê bi piştgirî û pejirandina Waşîngtonê derbaz dibin bona ku bighîjine kompromîsê, ya nava pirsa otonomîyêda, ya ku bin kontrola Yekîtîya Partîyayên Dêmokratîk û Hêzên Sûrîya Dêmokratîkdane”,-kanîya înformasyon ragîhandtîye.