Şêwira kurdaye dêmokratîk, ya li Fransîyayê, teşkîldarên protêstokirinaye bona bîranîna wan hersê kurda, yên ku roja înîyê hatibûne kuştinê, qirar kirine protêstokirina bidine sekinandinê.
Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî sanksîyayên protêstokirinê wî çaxî sekinîne wextê ku tevlîhevbûn destpê bûne.Serda hatîye zêdekirinê, wekî tevlîhevbûn ji alîyê hinek provokatorada hatine destpêkirinê.
Ajansa TASS ê ragîhandîye, wekî pevçvûyîn bi taybetî nêzîkî sîrka Zivstanê qewimîye.