H’emû nûçeSereke
Adirbêcan gerekê terka gunehkarkirina Ermenîstanê bide: Margaryan name sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûkyîra şandîye
Çawa dokûmênta fermî, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî nama nûnerê Ermenîstanêyî nava organîzeyêda, ya ser navê sêkrêtarê organîzeyê, hatîye belavkirinê.Adirbêcan Ermenîstan nava wê yekêda gunehkar kiribû, wekî giva zaroka beşdarî şêr dikin. Namêda ev înformasîya ji alîyê Adirbêcanêda belavkirî, çawa ya nerast hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî belavkirina tiştên nerast bûye cûrê şuxulkarîya Adirbêcanê.
Margaryan nivîsîye, wekî Adirbêcan gerekê terka cêribandinên gunehkarkirina Ermenîstanê bide û dewsa wê yekê borcdarîyên xwe biqedîne.