
Awareyên Şengalê yên ku zêdetirî 11 sal in di qampên Herêma Kurdistanê de dijîn, bi hêvî li pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Tirkîyayê û PKK ê de dinêrin. Ew vê pêvajoyê wek derfetekê dibînin ku dawî li êş û azara wan ya awarebûnê bîne û rêya vegera wan ya li ser warê bav û kalên wan veke.
Li qampa Kebertûyê ya Dihokê, bi hezaran awareyên Şengalê, mîna Ehmed Casim, bi baldarî nûçeyên derbarê pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Tirkîyayê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dişopînin. Ji bo wan, ev pêvajo ne tenê nûçeyeke sîyasî ye, lê belê hîva vegera li ser warê xwe ye ku zêdetirî 11 sal in jê dûr ketine.
Awareyê bi navê Ehmed Casim ji K24 re dibêje: “Ev lihevkirina aşîtîyê ya di navbera PKK ê û Tirkîyayê de di berjewendîya me hemûyan de ye, bi taybetî ya Şengalê. Em ji ber balafiran û pirsgirêkan nikaribûn vegerin. Heta gelek şengalî ji ber van şeran çûne Tirkîyayê. Em kesên aşîtîxwaz in, em tenê debara jiyana xwe dixwazin”.
Zêdetirî 40 000 malbatên şengalî hêj di qampên awareyan de jîyana xwe derbas dikin. Yek ji sedemên sereke yên ku rê li ber vegera wan girtîye, hebûna PKK ê li herêmê û bombebaranên artêşa Tirkîyayê yên li ser Şengalê bûne.
Muxtar Ebdula Murad jî rewşa xelkê wiha tîne ziman: “Ev 11 sal in xelk li qampan e û îdî aciz bûye. Xelk dixwaze vegere, lê ji ber tirsê nikare vegere. Divê ew der aram bibe, da ku mirov bikaribin malên xwe yên xerabûyî ji nû ve ava bikin û karê xwe bikin”.
Li gorî raporeke navenda CTP ya amêrîkî, berê ji ber nakokîyên di navbera Tirkîyayê û PKK ê de, metirsî li ser 1 900 gundên Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên li ser sînorê parêzgeha Nînevyayê, hebû.
Piştî salên dirêj yên nexweşî û nehametîyan, niha çavê awareyên Şengalê li serkeftina pêvajoya aşîtîyê ye. Daxwaza wan ya sereke ew e ku herêma wan bibe cihekî aram, da ku bikaribin ji jiyana qampê rizgar bibin û vegerin ser warê xwe yê ku bi hezar salan e yê wan e.







