Civak

Eşkerekirina k’omeke xirabk’ara

Nava doranaên mîyaserkirina opêrasîonên dijî mîgrasîya neqanûnî, qulixdarîya Ermenîstanêye bêqezîyabûna miletîyê k’omeke xirabk’ara, ya ku bi t’eşkîlkirina mîsîya neqanûnîva mijûl dibe, eşkere kirîye. Anegorî înformasîyaên pêşda stendî, k’omeke merivên ji Îraqê pêşda p’evk’etine, ku  bi dokûmêntên qelp, nava Ermenîstanêr’a derbazbin, her’ine Avropayê.Ji wan meriva her yekî 12 h’ezar yêvro stendine. Wê k’omê bona wan meriva bilêtên Hewilêr-Yêrêvan û Yêrêvan- Hewilêr- Stembol stendine p’evk’etine,wekî ewê paşda veneger’ine Îraqê, lê wê Ermenîstanêr’a her’ine Avropayê. Wan meriva dokûmêntên xweye r’ast, yên welatîyên Îraqê nîşan dane û sînorê Ermenîstanêr’a derbaz bûne, lê li ser têrîtorîya fir’egehêye nêytral pasportên îspanî û fransîye qelp nîşan dane û cêr’ibandine bik’evine teyara Vîyênayê. Xebatk’arên qulixdarîya Ermenîstanêye bêqezîyabûnê ew yek eşkere kirine.Bi şikberîya mîyaserkirina tiştên neqanûnî welatîyên Îraqê hatine girtinê

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button