Sîyasî

Naskirina k’omkujîya Ermenî em çawa qewilên pêşda h’esab nakin:serekwezîrê Ermenîstanê

Ermenîstan hazire  bêyî t’u qewil-qirara heleqetîyên dîplomatî  t’evî T’irk’îyaê îzbatke.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wextê hevp’eyvîna t’evî r’ojne’ma îtalî gotîye. “Me gotîye û ez diwek’ilînim, ku em hazirin heleqetîyên dîplomatî bêyî t’u qewil-qirara t’evî T’irk’îyaê îzbatkin.Naskirina k’omkujîya Ermenî em çawa qewil h’esab nakin. Naskirina k’omkujîyê şuxulk’arîke girînge, ya ku ne bona îzbatkirina heleqetîyaye, lê çawa ku min got bona îzinnedayîna k’omkujîyên globale”,-serekwezîr gotîye.Nîkol P’aşînyan derheqa naskirina k’omkujîyêye ji alyê palata kongrêsa ŞAY-ye Wek’îlada xeberdaye û gotîye,wekî ew yek gaveke girînge. Ewî gotîye,wekî ew yek wê alî îzinnedayîna k’omkujîya bike. “Qirarên wî cûr’eyî atmosifêra li r’êgîyona me diguhêr’in.Ew çawa bang wê sîyasîya agrêsîv neyê qebûlkirinê.Telebextr’a piştî k’omkujîyê îdî sedsalek derbaz bûye, lê T’irk’îya ji alîyê ermenîyada çawa qezîya hindava bêqezîyabûnêda tê qebûlkirinê.Eva nêzîkî 3O-salîye ku sînorê me ji alîyê T’irk’îyaêda hatîye girtinê.Ji alîyê ermenîyada ew sînor vekirîye”,-Nîkol P’aşînyan gotîye.Ewî r’azîbûna xwe e’lamî parlamêntvanên Îtalîyaê kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button