Sîyasî

K’iliçdarog’lû: Êrdog’an bona Îdlîbê t’evlîhev bûye û dir’eve cem Pûtîn

Sedirê partîya T’irk’îyaêye cime’tîê-r’êspûblîkîê K’emal K’iliçdarog’lû careke mayîn sîyasîya r’êjîma Êrdog’an û t’evbûna wîye t’evî k’arên Sûrîyaêye hundur’ r’exne kirîye, daye dîyarkirinê,wekî Êrdog’an destên dewletên împêrîyalîstîyêda bûye hacet.”Îdlîb t’opraxa Sûrîyaêye, lê Êrdog’an hacetê destên welatên împêrîyalîstîyêye, bo wê yekê jî ew nikare qulixî welatê xwe bike.Ew her dem cime’ta T’irk’îyayê dixapîne”,-K’iliçdarog’lû wextê civîna frak’sîya partîya xwe gotîye. “Xema Êrdog’an nîne, ku li Sûrîyayê leşkerên t’irka tên kuştinê,ewî esker şandîye li wir, ku xwestinên xwe mîyaserke”,-ewî gotîye.K’iliçdarog’lû usa jî gotîye,wekî şer’ê li Sûrîyayê bona T’irk’îyaê dikare bibe qezîya mezin.Ewî ew yek jî r’exne kirîye, ku Êrdog’anê piştî kuştina 36 leşkerên t’irka r’astî Pûtîn bê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî ewên ku eskerên wan dixin, dijminên wanin.K’iliçdarog’lû h’esab dike,wekî nava salên dawîda Êrdog’an da k’ifşê, ku ew ji sîyasîya der serederîyê nake û derheqa Sûrîyayê, dinîya e’reba û r’ohilata navînda t’u tiştî nizane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button