Çand
15O-salîya Spêndîaryan û sedsalîya Vêrno dik’evine nava r’ojnîşa YÛNÊSKO-ê
Wextê konfêransa YÛNÊSKO-êye li P’arîzê qirar hatîye qebûlkirinê, ku 15O-salîya kompozîtor Alêk’sandr Spêndîaryan û sedsalîya r’êjîsîyor Anrî Vêrno bikine nava r’ojnîşa YÛNÊSKO-êye merivên e’yan û qewimandinên girîng. Çawa ku ji wezîreta Ermenîstanêye k’arên der r’agîhandine, bi piştgirîya welatên hevk’ar, ev yek ji alîyê Ermenîstanêda hatîye r’aberkirinê. Bi piştgirîya Îranê, R’ûsîyaê û Gurcistanê 15O-salîya Spêdîaryan hatîye qebûlkirinê, lê bi piştgirîya Fransîyaê û Îtalîyaê sedsalîya Anrî Vêrno.