Dêlêgasîyayên şêwira k’urdîye miletîyêye li Sûrîyayê û yektîya partîyayên k’urdîye miletîyê li bajar’ê Hesekê nava doranên dîyaloga hundur’da r’astî hevdu hatine.Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê wê hevdîtinê, fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk, gênêral Me’zûlm K’obanî, hazir bûye. Ji her alîkî h’evt meriv li wir hazir bûne. Hatîye r’agîhandinê, wekî yektîya partîyayên k’urda ji 25 partîyayên sîyasîye.Nava wê koalîsîyonêda partîya h’îmlî ya Yektîya Dêmokratîke. Hevdîtina duh dikare bibe ÿtapa duda, ya hevr’axeberdanên di nabera herdu alîya.Feqet, herdu alîya jî t’u e’lametîke fermî belav nekirine.Pirsa dîyaloga hundur’, niha t’êma serekeye û nenihêr’î wê yekê, ku partîyayên sîyasî yektîya k’urda dixwezin, hinek meriv û partîya dijî wê yekêne. Çend r’oj pêşda k’omeke şuxulk’arên Sûrîyayê dijî wê dîyalogê derk’etin û e’lam kirin, wekî ewê t’u qayîlnivîsareke di navbera k’urdada nas nekin.Şêwira k’urdîye miletîyê caba wan meriva daye.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29