Sereke

Şûşîyê didine ber r’okêta: kuştî û birîndar hene

Adirbêcanê destpê kirîye bajar’ê Şûşîyê dide ber r’okêta, r’ûê çida kuştî û birîndar hene.Derheqa wê yekêda wextê qisa t’evî Spûtnîk Armênîyayê, berdewkê serokê K’omara Arsaxê Vahram Pog’osyan gotîye. “Xêncî wê yekê t’opbarandina Stêp’anakêrtê berdewam dibe.Mixabin, li p’ayt’extê Arsaxê jî kuştî û birîndar hene”,-Pog’osyan gotîye.Li Stêp’anakêrtê û li Şûşîyê cangorî binelîyên sîvîlin.Feqet, hejmara wan hê e’yan nîne.Em bêjin, wekî ji destpêbûna opêrasîyonên leşkerî eva cara e’wline,wekî bajar’ê Şûşîyê didine ber r’okêta, lê Stêp’anakêrtê 28-ê îlonêda bombebaran dikin.Wek’îlê wezîreta p’arastina Arsrûn Hovhanîsyan fêysbûkêda nivîsîye,wekî li Şûşîyê sîstêmên sîvîl xistine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button