Sereke

Tirkîya û Rûsîya derbên li Sûrîyayê zêde dikin

Tirkîya û Rûsîya, usa jî hêzên rêjîma Sûrîyayê, êrîşên xwe nava van rojên dawîda zêde kirine.Nava mehên dawîda Tirkîyayê derbên bi avîyasîyayê berbi tabîyên kurdaye li nehîya Eyn Îsayê mîyaser kirine, lê Rûsîya û rêjîma Sûrîyayê li wan cîha dixin, kîjan bin okûpasîya Tirkîyayêdanin. Hedefa Enqerê hêzên Sûrîya Dêmokratîkin, yên ku ji alîyê Ştatên Yekbûyîda tên piştgirtinê.
Tirkîya gelek cara dicedîne kurdaxe, wextê ku partîya wêye Desthilatdar dixweze li mala xwe gelek denga berevke.Bahê lîrayê tirka gelekî ketîye û berevbûnên kurdaye wextê fêstîvala Newrozê hêrsa Enqerê rakirine û nava encamên wê yekêda ewê qirar kirîye binelîyên Sûrîyayêye edilxe.
Tirkîya dibêje, wekî dijî “têrorîsta” şer dike, lê şedetî tunene, wekî ji alîyê Sûrîyayêda dijî Tirkîyayê “têrorîzm” tê mîyaserkirinê. Enqere piştgirîya hêzên Sûrîyayêye bin navê eskerê Sûrîyayêye aza dike, ya ku ji wan meriva hatîye teşkîlkirinê, yên ku bona Tirkîyayê şerkarîyê dikin. Tirkîya wan qewata dijî hêzên kurda dide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button