SerekeSîyasî

Parlamênta Avropayê wextê civîna xwe nava raporta derheqa Tirkîyayêda banga derheqa naskirina komkujîya Ermenîda careke mayîn îzbat kirîye

Parlamênta Avropayê wextê civîna xwe nava raporta derheqa Tirkîyayêda banga derheqa naskirina komkujîya Ermenîda careke mayîn îzbat kirîye.

Usa jî bang ji Tirkîyayê tê kirinê, ku ji propaganda dijî ermenîya paşda bisekinin û qedirê çanda ermenî bigrin. Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ermenîstanêye li  Bêlçîkayêye  elam kirine. Nava raportêda usa jî gilî derheqa rola Tirkîyayêye xirabe nava dew-doz Qerebagêda çûye:

-Ew yek tê gunehkarkirinê, wekî Tirkîya  dewsa wê yekê ku bang bike ku hevraxeberdan bin bandora koma Mînskêda destpêbin, qirar kir piştgirîya leşkerî bide Adirbêcanê.

– Tê gunehkarkirinê wekî ewê ji Sûrîyayê û ji cîhên mayîn çekdarên bîyanî cîguhastî Qerebagê kirin.

-Careke mayîn bangî Tirkîyayê dikin ku ji gavên başqe  paşda bisekine, rûyê çida halê li Herêma Qafqasîya başûr dikare sertbe.

 -Ew yek jî tê gunehkarkirinê, ku cîhadîst ji Sûrîya bakûr cîguhastî Lîbîyayê û Qerebagê dikin.

 -Bang ji hukumata Tirkîyayê tê kirinê, ku qedirê komên êtnîkî û dînîye li Tirkîyayê, nava wanda yên ermenî bê girtinê û qanûndarîya anegor hebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button