Koalîsîyona dijî DAÎŞ-ê 53 mîlîon dolar derbazî ser hesabê wezîreta pêşmerga kirîye bona ku miaşa pêşmerga bê dayînê. Derheqa wê yekêda serokê merkeza koordînasîyon, ya Herêma Kurdistanê, Dêyvîd Wîlyams gotîye.Ewî daye dîyarkirinê, wekî hemû pêşmerge wê miaşa xwe bistînin, lê paşê wê careke mayîn derbazî ser miaşa her meh bibin.Ev progiram dikeve nava doranên hînkirina pêşmerga. Hevtîya derbazbûyî Wîlyams gotibû Kurdistan 24-ê wekî ji alîyê wanda dîplom teslîmî wan pêşmerga kirine, yên ku tên hînkirinê û xêncî wê yekê jî ew tiştên anegor û miaşê distînin.Em bêjin, wekî van axirîya pareskerê hejmara 8O-yî hêzên xwe kirine bin kontrola fermandarîya wezîreta pêşmerga.
Gotarên eynî
Dibêjin Ermenîstan vêktora xwe diguherîne, Rûsyayê jî berê xwe daye Adirbêcanê: parlamêntvanê miclîsa neteweyî
07.05.2024, 17:35
Nûnerê Krêmlê gotîye ku tê plankirin ku 8 ê gulanê di navbera Paşînyan û Pûtîn hevdîtina dualî wê pêk bê
07.05.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close