Sîyasî
Nava encamê vaksînasîyakirina dijî koronavîrûsê rîska nexweşketinê bi 3,8 cara kêm dibe: pêşezan
Anegorî lêkolîna li Ermenîstanê nava encamê vaksînasîyakirina dijî koronavîrûsê rîska nexweşketinê bi 3,8 cara kêm dibe. Derheqa wê yekêda wekîla wezîreta saxlemîxweykirinê Gayanê Sahakyanê gotîye.
Wezîretê qîmet kirîye, wekî li Ermenîstanê nava merivên vaksînasîyakirî û nevaksînasîyakirîda nexweşketin çi cûreîye û rîska nexweşketinê li ser çi derecêye, heger meriv hatîye kasînasîyakirinê. Bi gotina wê, 4O,8 selefê binelîya doza vaksînasîyayêye ewlin stendîye, lê doza duem nêzîkî 3O selefî.