H’emû nûçeSereke

Sînorê ermenîya-tirkaye vekirî diha başe, ne ku sînorê girtî: serokê komîtêya kara dewletê

Serokê komîtêya  kara dewletê Rûstam Badasyan daye dîyarkirinê, wekî diha başe sînorê ermenîya-tirka vekirîbe, lê ne ku girtîbe.

“Ez usa difikirim, çimkî aktîvîya êkonomîkî û zivira eşîya wextê sînorên vekirî dibe, lê wextê sînorê girtî meriv nikare hîvîya tiştên wî cûreyîbe”,- Badasyan gotîye.

Çawa bersiva wê pirsê ku gelo qezîya tune, wekî kapîtala tirka bikeve Ermenîstanê, Badasyan gotîye, ku heger ew yek çawa rîsk  tê hesabê, wî çaxî meriv çi dikare pêşnîyarke, bi êkonomîka girtîva bijîn, tu cara necêribînin ku dora sînorên vekirî xeberdin? Ewî serda zêde kirîye, wekî hazirîya êkonomîkayên mezin, ya li welatên biçûk li temamîya dinîyayê tê kifşê”,-Badasyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button