Aborî

K’oma p’êşekzanên ajansa navnet’ewîye ênêrgîya atomî meha h’ezîranê li Ermenîstanê bû

K’oma p’êşekzanên ajansa navnet’ewîye ênêrgîya atomî meha h’ezîranê li Ermenîstanê bû. 17-ê h’ezîranê k’oma mîsîya lênihr’andinê, mîsîya xweye kontrolkirinê nava h’evt r’ojada ser hevda anîye.Ew mîsîya bi t’eglîfkirina h’ukumata Ermenîstanê hatîye derbazkirinê.Mîsîyaê daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstanê nava qewilên wî cûr’eyîda sîstêma xwe daye qewînkirinê.Du r’oj pêşda qîmetê t’omerî hatîye stendinê. Sedirê komîtêya qeydekirina bêqezîyabûna atomî Aşot Martîrosyan gotîye,wekî ew qîmetkirin dighîje 3,82 qîmetî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button