Aborî
H’ukumata Herêma K’urdistanê niha jî anîna h’inaraye li K’urdistanê we’delû daye sekinandinê
Wezîreta K’urdistanêye malhebûna gundîtîyê we’delû anîna h’inaraye li K’urdistanê daye sekinandinê, bona ku eşîyaên cî bip’arêze. Ev qanûn wê ji dehê îlonêda bixebite. Nava van salên dawîda fêrmêrên K’urdistanê çendik-çend cara bang kirine, ku h’ukumata herêmê anîna eşîyaên ji der bide sekinandinê, çimkî eşîyaên li K’urdistanê t’êra cime’tê dikin.