Sîyasî

Qewatên li Sûrîyaêye ku ji alîyê ŞAY-da tên piştgirtinê, fînansîstê DAÎŞ-yî sereke girtine

R’oja yekşemê hêzên p’arastina gel ofîsêrê DAÎŞ-yî pirsên fînansî wextê opêrasîonê girtine.Opêrasîon li neh’îya Dêyr Zorêye Aş Şahîlê derbaz bûye.Opêrasîona leşkerî bi piştgirîya koalîsîona navnet’ewî hatibû t’eşkîlkirinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî wextê opêrasîonê çend cûr’e sîlih’ û dokûmênt hatine hildanê.Em bêjin,wekî qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk, p’ir’anîya k’îjana hêzên p’arastina gelin, çend cûr’e opêrasîon derbaz kirine.Nenihêr’î wê yekê,wekî qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk koalîsîona navnet’ewîye bi serk’arîya ŞAY derheqa bink’etina DAÎŞ-da e’lam kiribûn, lê k’omên DAÎŞ-ye xweveşartî hene.Hêzên p’arastina gel e’lam kirine,wekî qewatên wê opêrasîona dijî DAÎŞ-ê û k’omên têr’orîstîyî mayîn berdewam dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button