Cîhan

T’irk’îyaê k’omkujîya Ermenî mîyaser kirîye û natirse wekî ya nû mîyaserke:T’ûlsî Gabard

Endama Kongrêsa ŞAY T’ûlsî G’abardê bangî serokê ŞAY Donald T’ramp û Sênatê kirîye, ku k’omkujîya Ermenî qebûlkin, bona ku tragêdîyaên nû neqewimin.Xeberdana kongrêsmênê nava r’ûp’elê  komîsîya data Ermenîye fêysbûkêda hatîye weşandinê.“Mîsîyonêrên amêrîkî û dîplomata e’lamî dinîyaê kirin,wekî împêratorîya osmanî dicêr’bîne cime’ta ermenîye mesîhî bide t’unekirinê.ŞAY bona gelek merivên ku k’omkujî dîtine, bûye mal. Tragêdîya ku wana dîtibû bû me’nîya wê yekê, ku R’afayêl Lêmkîn xebera “k’omkujî” bide xebatê.Lêmkîn bû şe’dê zêrandinên malbeta xweye ji alîyê Almanîya faşîstîyêda mîyasekirî”,-ewê gotîye.Bi gotina wê, encamên înk’arkirina k’omkujîyê nava r’ojên meda jî tên k’ifşê. “Ez çûme Ermenîstanê, usa jî li Qerebag’ê.Ez divînim,wekî T’irk’îya, ya ku k’omkujîya Ermenî mîyaser kirîye, natirse ku k’omkujîya nû mîyaserke.T’irk’îyaê qet’ilkirinên k’urdên Sûrîya bakûr destpê kirîye. Min we’dekî dirêj bangî h’ukumata me kirîye, ku k’omkujîya Ermenî qebûlkin.Ez piştgireke  r’êzolûsîya 96-me.Palata Wek’îla bêdengî t’er’iband û k’omkujîya Ermenî nas kir.Em bangî Sênatê û T’rampê serok dikin, ku ew jî wê yekê bikin”,-T’ûlsî Gabardê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button