Sîyasî

Parlamênta Sûrîyayê bi yekdengî r’êzolyûsîya derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîda qebûl kirîye

Wextê dengdayîna r’oja pêncşemêye li parlamênta Sûrîyaê, r’êzolyûsîya derheqa naskirina k’omkujîya Ermenîye li împêratorîya Osmanî hatîye qebûlkirinê.Derheqa wê yekêda baylozxana Sûrîyaêye li Ermenîstanê r’agîhandîye.Pêşda hatibû r’agîhandinê,wekî k’atibê parlamênta Sûrîyayê R’amî Salih’ girêdayî wê pirsêr’a dabû dîyarkirinê,wekî qebûlkirina dokûmêntê gelekî girînge.Ewî gotîye,wekî dîroka împêratorîya Osmanî bi qet’ilkirin û t’alankirinên li ser h’îmê miletçîtîyê t’ijîye, nava wanda usa jî hindava ermenîya û sûranîya.Salih’ guhdarî daye li ser wê yekê,wekî parlamêntê îdî qedirê bîranîna cangorîyên k’omkujîyê girtîye, lê pêwîste gavên nû biavêjin.Bo wê yekê jî r’êzolyûsîya anegor bona gotûbêjkitrinê û dengdayînê hatîye pêşdak’işandinê. K’omkujîya Ermenîye li împêratorîya Osmanî, k’omkujîya sedsala 2O-ye e’wline.Nenihêr’î wê yekê,wekî  k’omkujîya Ermenî ji alîyê gelek welatada hatîye naskirinê, T’irk’îya çawa peyîhatîya împêratorîya Osmanî k’omkujîya Ermenîya înk’ar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button