Sîyasî
Kampanîya Îraqêye avîyasîon fir’înên berbi Îranê r’ûê koronavîrûsêda dane sekinandinê
Kampanîya Îraqêye avîyasîyon e’lam kirîye,wekî fir’înên berbi Îranê dane sekinandinê, çimkî h’ukumata Îranê îzbat kirîye,wekî du meriv ji koronavîrûsê wefat bûne.Pêşda wezîrê Îraqêyî k’arên hundur’ e’lam kiribû,wekî Beg’da dayîna vîzayên t’evî T’êhranê dide sekinandinê.Bi wê yekêva t’evayî me îdî daye dîyarkirinê,wekî wezîreta K’urdistanêye sag’lemîxweykirinê jî pêşnîyar kirîye, ku dergê sînorê t’evî Îranê bidine girtinê.