Sîyasî

Zohrab Mnasakanyan axavtina bi têlêfonê t’evî wezîrê Îraqêyî k’arên der derbaz kirîye

25-ê h’ezîranê axavtina bi têlêfonê, ya wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan û cîgirê serekwezîrê Îraqê, wezîrê k’arên der Fûad H’usêyn derbaz bûye.Mnasakanyanê wezîr hevalk’arê xweyî îraqî girêdayî k’ifşkirina wîr’a li wê qulixêda pîroz kirîye.Wezîra h’alê girêdayî koronavîrûsêr’a gotûbêj kirine û derheqa gavên dijî wê yekê xeberdane.Xeberdan derheqa p’êwendîyên ermenîya-îraqîyaye dîrokî û hazirîya bona k’ûrkirina wan p’êwendîyada çûye.Wezîra usa jî derheqa r’ola dîyaspora ermenîye li Îraqê û hevk’arîyêda dane dîyarkirinê.Bona nêzîkbûna başe hindava dîyaspora ermenîda, Mnasakananê wezîr r’azalixî e’lam kirîye.Axaftin usa jî derheqa girîngîya aşîtî û qewînbûna r’êgîyonêda çûye.Zohrab Mnasakanyan û Fûad H’usêyn fikir dora qewimandinên li r’ohilata navîn p’evguhar’tine.Nava wê h’emtêk’stêda derheqa girîngîya xweyîkirina mafên dînî û êt’nîkîye li r’êgîyonê hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button