Cîhan
Dadgeha destûrî e’rza avdokatên serokk’omarê Ermenîstanêyî duda gotûbêj kirine
Dadgeha destûrî sisê îlonê e’rza serokk’omarê Ermenîstanêyî duda R’obêrt K’oçaryan gotûbêj kirîye.Serokê xebatçîyê dadgeha destûrî Êdgar G’azaryan e’lamî r’ojne’mevana kirîye,wekî dadgehê e’rza R’obêrt K’oçaryan wê çarê îlonê r’aberke.Sala 2OO8-a 1-2-ê adarê li Yêrêvanê bona kirinên wan bûyera îşê meh’kemê dijî serokk’omarê Ermenîstanêyî duda R’obêrt K’oçaryan, wezîrê p’arastinêyî berê Mîk’aêl Harût’yûnyan, cîgirê serokê ştaba qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirîyî berê Yûrî Xaçatûrov ku wana qanûna dadgeha destûrî t’er’ibandinbûn, guneh hatibû pêşdak’işandinê.