Sîyasî

T’irk’îyayê opêrasîona berfire dijî PKK-ê destpê kirîye

18-ê t’ebaxê qewatên t’irkaye sîlih’kirî opêrasîona berfire dijî PKK-ê destpê kirine. Anegorî e’lametîya wezîreta T’irk’îyaêye k’arên hundur’, nêzîkî 13O k’omên polîsîyaê, cendirma  û qur’icîya li Wanê, H’ekk’arîyê, Şir’naxê t’evî wan opêrasîona dibin. Ev yek hema wextê ji qulixê derxistina serokbajar’ên k’urda destpê bûye. Derxistina serokbajar’aye ji qulixê li cem k’urda ner’ih’etî pêşda anîye, yên ku wê gavê h’esab dikin çawa derba hindava prosêsa dêmokratîyaê. Partîya Dêmokrasîya Gela ew yek h’esab kirîye çawa “welger’andina sîyasî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button