Sîyasî
Wek’îlê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk:k’urdên Sûrîyaê bona derk’etina ji zona bêqezîyabûnê bazayên xwe dibijêrin

Qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk r’oja sêşemê li r’ex sînorê T’irk’îyaê kontrol derbaz kirine, bona ku t’abîya bibijêrin, yên ku gerekê anegorî p’evk’etina amêrîkîya-t’irka ji wandera bên derxistinê. Derheqa wê yekêda wek’îlê qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk Mistefa Balî gotîye. H’evtîya derbazbûyî hatibû e’lamkirinê,wekî qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk destpê kirine ji neh’îyên nêzîkî sînore li bajar’ê T’al Abyadê û R’as Al Aynê bidine derxistinê.T’irk’îya li ser wê qirarê sekinîye, ku zona bêqezîyabûnê sazkin, bona ku bêqezîyabûna sînorê wê bê ç’areserkirinê. Meremê wê ewe, ku k’omên k’urda ji neh’îyên nêzîkî sînor dûrk’evin.