Sîyasî
Koalîsyona navnet’ewî t’evî pêşmerga deh çekdarên DAÎŞ-ê ji holê r’akirin
Teyarên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê, bi hevkariya hêzên pêşmerga, roja duşemê deh endamên rêxistina ter’orîstî ya DAÎŞ-ê kuştine. Sîrvan Barzanî, fermandarê pêşmergayî li ser xetê gotiye ku êrişên hewayî “du r’ojan demam kirin û armanca wana li cihê çiyayên Karaçokê bû.” “Koordînasîya xurt di navbera pêşmerga, hêzên Iraqî û t’ifaqdarada heye ku ji nêzîkva bizava terorîstên mayî li wê deverê dişopînin,”- fermandar zêde kiriye. Kanîke înformasyon, ya nêzîkî art’êşa îraqî r’agîhandiye ku k’oma ter’orîstî baza li nêzîkî gundan çêkiribûn. Hêlîna wan di navbera pêşmerga û hêzên Îraqêda bûn, dûraya k’îjanê digihîje 20 kîlomêtrî.